ROJBİN ÖZKAN/YAZDI
Yazar Rojbin Özkan 'Şikir ew jî hel bû' adlı yazısını okuyucuları için yayınladı.
YAZARIN YAZISI ŞÖYLE:
Bavê min piştî nimêja sibê bangî min kir: “Rabe taştê amade bike em ê herin nexweşxaneyê”
Çi! Nexweşxane!
Eywax û çi eywax! Roja ku em bi bavê min re herin nexweşxaneyê yan jî rêwîtiyekê ew roj ji bo min kabûs e.
Dema em ji Enqerê diçin Mûşê, tevî ku mala me gelek nezî balafirgehê ye jî li gor bavê min divê em herî kêm sê saetan berî rabûna balafirê li wir bin.
Her weha çûyîna nexweşxaneyê jî wîsa ye ew jî bêyî ku saeta randevûyê were divê bi saetan pêş de here.
Min çend roj berê ji bo êşa çavên wî ji nexweşxaneyê randevûyek standibû, lê di saet nehan de bû.
Bavê min dîsa wekî hercara ku min ew dibir dixtor ez dîn kirim, ez bêjim hê zû ye tekez wê min guhdar neke û bi tena serê xwe here.
Di nexweşxaneya bajêr ya mezin de ne pêkan e ku wek kalemêrekî heştê şeş salî ew bi tena serê xwe karê xwe pêk bîne divê ez bi wî re herim.
Ez bi çavên xilmaşî bê dilê xwe çûm mitbaxê min taştê amade kir, dû re cilên xwe li xwe kir û min telefona xwe de li saeta otobosên Egoyê yên ku li ber mala me re derbas dibin nihêrî. Deh deqe mabû ku otobos derbas bibe em ji mal derketin, diviya em berê biçûna Qizilayê ji wir jî li otobosên ku diçin Etlîgê siwar bibana.
Nexweşxaneya Etlîgê ya bajêr heta tu bêjî mezin e. Li hember her beşê rawestokeke otobosan heye. Dema em çûn ber derê nexweşxaneyê hê piraniya xebatkarên wê derê nehatibûn.
Min ji bavê xwe re got:
“Te dît hê kes nehatiye, te dîsa em şepirze kirin”
Wekî ku dengê min qet neçe bavê min hema ji derê otomotîk derbasî hundir bû. Ji keçika li ser maseya şêwirmendiyê rûniştiye pirsa salona ku diviya em biçûna kir, piştî ku keçikê milê rastê de qata jêrîn îşaret kir, bavê min gopalê xwe ba kir, tevî ku keçikê gotibû divê salmezin li pêlekanên elektronîk siwar nebin jî dîsa bavê min bi ya xwe kir ber bi wî aliyî ve meşiya.
Pêl pêlekanên elektronîk kir, min da dû wî em daketin qata jêrê. Elhemdûlillah! Li wir jî hê sekreterên ku li randevûyan dinêrin nehatibûn, mase hemû wik û vala bûn.
Bavê min hêdî hêdî meşiya çû li ser kursiyê rûnişt, ji xwe salona rawestinê de xêncî min, wî û xebatkarên paqîjiyê tu kes tunebû, got: “Ma çi bûye tu yê bêjî qey em li ber tîpî û bagerê ne ji xwe re rûnê heta saeta randevûyê hat”
Ji bêhntengiyê ez ber bi qantinê ve çûm da ku ji xwe re qehweyekê bikirim, mala Xwedê ava hê
qantîn jî venebibû. Em ji xwe re saet û nîvekê li ser kursiyan rûniştin tavilê sekreter û dixtor hatin, me karê xwe qedand.
Min got bavo em sibê bi hev re herin berçavka te bistînin, bavê min hêrs bû û got: “Tu çima têyî, ma qey ez nikarim berçavkekê jî bikirim?”
Çend rojê dî bavê min dîsa bêriya çûyîna nexweşxaneyê kir, ji min re got: “Hela li ser înternetê binêre qet randevû tuneye em herin dixtorê qelbî, ez herim ji xwe re derman bidim nivîsandin”
Beyî ku ez bi rastî li randevûyan binêrim min telefon girt destê xwe hinekî pê mijûl bûm û min got: “Na bavo heta bîst û pênc rojan randevû xûya nakin”
“De ew pir muhim nîne ez ê sibê herim li bal hekîmê malbatê dermanên xwe bidim nivîsandin”.
Ji xwe min jî zanibû wê hekîmê malbatê bikaribe dermanên bi rapor binivîse lewre min nexwest em herin nexweşxaneyê û bikevin nav wê teşqeleyê.
Şikir ji Xwedê re ocaxa tenduristiyê nêzî mala me ye, min digot em ê bi hev re herin û werin.
Sibê saet nehan de min taştê amade kir, lê bû ku herim bavê xwe ji xew rakim, zengila dêrî lê da ez çûm min derî vekir, bavê min tevî turikê dermanan li destê xwe de got: "Şikir ew jî hel bû, min dermanên xwe da nivîsandin."
Bavê min bêyî ku min şiyar bike, bi tena serê xwe çûbû ocaxê.
Min di dilê xwe de ji bavê xwe bêhtir digot:
“Şikir ew jî hel bû”