CUMHUR KORKMAZ/YAZDI
Yazar Cumhur Korkmaz'ın 'Rûpela Evînê Ronahî ye' adlı yazısını okuyucuları için yayınladı.
YAZARIN KÜRTÇE YAZISI ŞÖYLE:
Wek dîroka mirovahiyê da rûpelek bêguman heye navê wê rupelê evîn e. Evîn li ser hemû demên jiyanê da,li nav hemû dîmenên nasnayi da destpêka rojê da hêvîyeke bedewî ye...
Li jiyana xwezayî da gotina evînê li gelek xelekên kevnar da cih girtiye, wek li gorî civakê gotina evînê ne bi tenê hezkirin û hezjêkirin e, bi destpêka wê dibe ku hezkirin û hezjêkirin be; lê belê evîn germahî ye, evîn jiyan e, evîn gotinên bi rûmet xwezayî û ronahî ye.
Wextê ku mirov li nav jiyana xwe da temaşe dike, li hemû fikr û ramanên xwe, dîroka evînê dîrokeke gelekî kevnar e, her jîyanek li pelên evînê da cih girtîye û hêvîyeke nû derbas kiriye...
Li nav gelek civakan da evînê xelekên xwe dorpêç kiriye û guhertiye bes li nav civaka kurd da xeleka herî mezin bi hezkirin û hezjêkirinê ve alandiye û di nav gelek mînakan da berdewam kiriye, mînakên herî mezin mem û zîn, siyabend û xecê û zembilfiroş in...
Li ser gotinên bav û kalên me, evîn hinekî li nav warekî xweş derketina rojê, car bi car ji hezkirina mirovan û jiyana bi rûmet diparêze rastiya xwe li ser wan gotinan derbas kiriye...
Wexta ku mirov dinêre, hinek pirtûkên cîhanê li nav rûpelên kevnar da wêneyên gelek bi hêz li ser evînê nexşandine. Bi wê nexşandinê da bangawaziyên kûr û gotinên paqij pêk anîne.
Gelek nîvîskar û rewşenbîrên cîhanê di pirtûkên xwe da evîn bi germahiya rojê û gotinên zelal ava kirine. Li ser nivîsa nexşan da mijara herî mezin ronahî ye...
Wek me destpêkê da jî anî ziman rûpela evinê bêguman ronahî ye.
Güncelleme Tarihi: 08 Nisan 2025, 01:50