kaçak bahis

deneme bonusu

casino siteleri

canlı bahis siteleri

deneme bonusu veren siteler

bahis siteleri

porno izle

kaçak bahis

deneme bonusu

casino siteleri

canlı bahis siteleri

deneme bonusu veren siteler

bahis siteleri

porno izle

Tırıntas

Tırıntas

ROJBİN ÖZKAN/YAZDI

Yazar Rojbin Özkan 'Tırıntas' adlı yazısını okuyucuları için yayınladı.

YAZARIN YAZISI ŞÖYLE:

Sibê şefeqê, bêyî ku ji xewa şirîn têr bibim, bi dengê xuşîna avê ya ji şaneşîna min  dihat şîyar bûm.

Çawa çûm şaneşînê,  çi bibînim!  Cîrana qata jorî bi xortimê şaneşîna xwe dişo û ava wê ya qilêr jî tê ser cilên min ên ku hê zuwa nebibûn.

Bi dîtina vê dîmenê ez çavsorî bûm û min xwe bi xwe çimçimand:

“Qîza kerê belek, pîsa heram! Dinya nedîtî! Hova serê çîyê! Serê te bi xwe tevê paqîjîya te!” 

Bi wê hersê çi hat devê min, min li dû hev rêz kir, her çendî min dizanî bû jî deng naçê, lê qet nebe ez hinekê deşarz dibûm.

 Paşê rahiştim min cilên  xwe berhev kirin, wana  dîsa boy şûştinê ji nû ve xist makînê û derketim qata jorîn, min bi hêrs û weka şervanek here qada şer, li derê malikê lêxist.

Jinikek nav salî derî vekir, min gazindên xwe anî ziman, jinikê berê ji min lêborîna xwe xwest, lê gotina  xwe ya  tu wateya lêborînê nemîne jî got:

Wele qîza min tu jî mafdar î, lê bûka min zêde ji paqijîyê hezdike, tehemula wê qet ji qilêrîyê re tune ye. Ew gelek temîz û tirintas e, tu bigerî li vê bajarî yeka mîna wê tirintas nabînî, divê tu jî îdare bikî.

Dayika min a rehemtî ji boy rewşên weha digot: 

Ne xat e,

ne fat e, 

li ser min hatî 

afat e.

Li hember cehalet û xemsarîya xwesîyê, min hêrsa xwe daqurtand û bi zimanekê nerm got:

Xatî!  Mafê tu cîranekê tune ye ku kesî aciz bike. 

Ger carek din ev bûyer dubare bibe, ez ê ewqas bi sebir nebim!. 

Çend roj li ser vê bûyerê û geflêdana min borîbû,  bûka me ya tirintas dîsa her cara ku şaneşîna xwe dişûşt avê berdida ser şaneşîna min, ew têr nedikir her sibeh çarşefên xwe rû qenepe û rû xalîçeyên xwe di ser min de dadiweşand. 

Rojek dîsa wê ava xwe ya qilêr li ser cilên min ên spî re reşand, êdî tehamûla min hatibû radeya dawî.

Hingê min xwe, weka mirişka ku  çêlikê wê jê hatibûn girtin, gijgijand û rahiştim ku herim ber derê wan. Hew min dît xwesîya bûkê ya ku weka kesekê here dahwetê, cilên rewneq li xwe kiribû, bi pelavên xwe yên bi penî, wekî bixwaze hemû bînayê bi xwe bihesîne dike teq - teq, ji pelekanan dadikeve,  min di nav derî de bang lê kir:

Xatî! Ji kerema xwe re dikarî hinekê wextê xwe ji boy min bi terxînî?

-Bêje qîza min çi bû?

-Ma êdî çi bibe xatî! Bûka te her roj min aciz dike, ma heqê cîrantîyê ew e?

-Wî qîza min! qurbana te, xwezî te ji xwe re makîna cilzûwakirinê bikirîya! Wele bûka min bê paqîjî nasekine.

Ez bi van gotinên jinikê bêhtir cina ketim:

Xatî! Tu bêjî çi? Ma kê rîtîye mala xwe!Em giştî jî malên xwe dimalin paqîj dikin, ca here qata binî, kesek ji min aciz bûye heye gelo?

-Qîza min paqîjîya kesekê naşibe ya bûka min, ma tu û ew yek in, ew jina mala ye.

Tu sibê zû  ji mal derdikevî, êvarê tê malê, qurbana çavên te, tu ji xwe re îdare bike. 

Ma paqîjî ji îmanê ye berxa min, hinek sebir bike.

Min bi hêrs derî da cî ez ketim hûndir, lê bû ez ji hêrsa porê xwe birûçikînim. 

Ez a ku ewqas bitebat bûm, wan rojan bibûm weka bizotê agir.

Hema ez bi bayêbezê rahiştim telefona xwe û revebirê bînayê gerîyam.

Mala wî ava, wî jî got: Ez ê vê mijarê di civîna bînayê de bînim ziman û kesên ku di mafê cîranetîyê de li gor rê û risman tevnegerin, ji bînayê bikin der…

Ew çend roj bû deng ji bûka me ya tirintas dernediket. 

Helbet ew rewş boy min xêra Xwedê bû.

Ez sibê radibûm bi dilek rehet bêyî fikara wê ava qilêr birije ser min, min li şaneşînê de taştê dixwar, êvarê piştî ji kar dihatim, min pirtûkek dida destê xwe tevê fincana qehwê li şanelînê rûdiniştim.

Ew rewşa min a aram demek dirêj dom kir. 

Min wisa hizr dikir ku rêvebirê bînayê hîşyarî daye wan, lewre êdî min aciz nakin, lê rastî ne ew bû! 

Rojek ber êvarê ez ji marketê dihatim,  li ber derî hew min dît, çend jinên cîran, ên ku min tenê navê wan dizanîbû, li hev civîyabûn piste pista wanbû.  

Dema çav li min ketin, banga  min kirin, ez bi mereq çûm bal wan, yeka bejinzirav zêrî, li gor tehmîna min kesek ji herama behra reş bû, got:

Tu pê hesîyayî dibêjin jinika qata li ser te têkilîyê wî bi dergevanê bînayê re heye? 

Min got: 

Nizanim, divê meriv bêyî ku bi çavên xwe nebîne, gûnehê kesî hilnede.

Jinikê berê xwe da min, bêyî ku bi berbiska destê xwe de porê xwe gire bide, got:

Wele gûneh li stûyê wan, lê ciyê ku agir lê nebe dû ranebe.

Ya rastî min bûkê ji nêz ve nasnedikir, tenê çend caran em li ber derî pêrgî hev hatibûn.

Yeka bejinkurt, têrgoşt û xwîntehl bû.

Dergewan jî yekê di hedê xwe de xûya dikir, karê xwe de yekê jîr bû, tu hizrek min di warê namûsê de jê nedîbû. 

Bes van rojên dawî de bi hinceta ku dê here dehweta merivekî xwe, ji rêvebirê bînayê destûr standibû karê bînayê nedikir. 

Ez bi van gotinan hinek heyirî bûm, lê dîsa jî mirov nizane kê çî ye.  

Min xatir ji jinan xwest û ez ji wan dûr ketim çûm nav bînayê, ber bi asansorê ve meşîyam, hev min dît xwesîya bûkê  bi xişm ji asansorê daket.

Min got xatî xêr be bi ku ve diçî? 

-Ma ez ku de herim! Qîza kerê em rezil û rûswa kirin, qîza bênamûsa bi hinceta here dehweta hevalê xwe ji mal derket, herdû zarok xist stûyê min.

Tu nebê me xapandîye, bê bavê daye dû dergevan çûye.

Oy  Xwedêyo! ma min ê emre xwe yê dawî de vê rûreşîyê jî bidîta!  Hey kûçikbavê! Eger navê min Zeynoya keça Cemîlê Uso be, ev ji wan re namîne. 

Ew herin qula hirçê jî, ez ê wan bibînim,  herdûyan jî bikujim.

Xwesî li bûkê hatibû xezebê li bibû fabrîqa çêr û dijûnan, lê min pir mereq kir rastî jî wê bikaribûya bida dû şopa bûka xwe û evînadara wê?

Bêyî ku  ji  bînayê derkeve, min li pey wê got:

Here xatî here! Ma paqîjî ji îmanê ye! Here namûsa xwe paqîj bike.

Güncelleme Tarihi: 08 Şubat 2025, 11:21
YORUM EKLE
SIRADAKİ HABER