Di Derbareyê Mirinê de

Mirin wisa tê terîfkirin: Bidawîbûna jiyana însanekî, heywanekî yan jî ya şênkatiyekê ye. Heyîna însanî hinekî bîyo-psîkolojîk e, hinekî sosyo-kulturel e û hinekî jî giyanî ye. Li gor ilmê Tanatolojiyê mirin bi sê merheleyan pêk tê: Mirina bîyolojîk, sosyal û psîkolojîk.


Ev heyîna fîzîkî bi zayînê destpê dike û bi mirinê re dawî dibe. Ji ber hindê hebûna mirinê wateyekê dide jiyanê. Jiyan di navbera zayîn û mirinê de çerxek e, guherînek e. Herdu jî çavkaniyên hev in. Jiyan bi demeke kurt ve hatiye sînorkirin. Jiyan hertim tê dubarekirin, tê nûkirin. Yek çavên xwe li dinyayê vedike, yek dimire. Heçko mirin ji bo jiyanê ye. Bi saya mirinê guherîn û nûbûn pêk tê, nifş berdewam dibe. Ji bo meriv xwe di nava jiyanê de berze neke û xwe li ser lingên xwe bigire, bi hêz be, bi zend û bend be. Hêzdarbûn jî bigirêdayî guherîn û lihevkirinê ye. Navê vî tiştî mirin e.


Têgehên jiyan û mirinê di hundirê hev de wek xelekên zincîrekê ne. Lê wateya wan a pêşçav dijberîtî ye, dijminê hev in. Peyva di hizra mirovî de bibîrxistina jiyanê xweş û coşdar dike lê peyva mirinê bibîrxistineke sar û nexweş û wateyên cuda pêk tîne.


Jiyan û Mirin; ruhber û bêruh, germ û sar, kamranî û xembarî, şîn û şahî, hevrêyî û cudayî, deng û bêdengî, ronahî û tarî, saxî û nexweşî, destpêkirin û bidawîbûn, hêzdarî û lawazî, ken û girî, xew û hişyarî, av û agir, şukir û îsyan...


Her mirinek bêwext e. Hatina mirinê ya wisa bêwext însên dihejîne, baskên mêriv dişikîne, bêçare dike, di nav dil û mejiyê mirovî de travmayan çê dike; bêhizûr dike, bêsiûd dike... Digel vê yekê hertim hilma mirinê ya nêzîk dixe bîra mirovî. Jiyan û mirin pêkve dimeşin. Lewma di civakên kevnare de goristan li pêş çav bûn. Ji hêleke din ve ev yek tê vê wateyê; qebûlkirina mirinê. Ango însan teslîmê qeyd û bendên afirîner(iyê) bûne, pergala gerdûnê, rê û rêbazên kevnare qebûl kirine. Lê belê mirovên vî zemanî mirinê qebûl nakin.


Lê rastiyek heye, ti çareyeke mirinê tuneye. Mirin dê bê û me bixe nav dest û lepên xwe. Bi piranî her mirinek girêdayî sedemekê ye. Biteqez hinceteke mirinê heye. Hinek caran ser êşeke piçûk û ne girîng, hinek caran êş û jana dil dibe sebeb. Hinek caran jî mirin dibe derman ji bo êş û elemên bêderman, dibe xelasî, dibe paqijî...


Mirin ji bo her kesekî ye. Bi vî rengî adil e. Lê belê li gor lêkolînên sosyalojîk ên ku hatine kirin û li gor dîtina me ya di nav civakê de berteka li hemberî mirinê tê nîşandan wekî hev nînin. Mînak, heke yekî ciwan û mêr bi emrê Xwedê kir berteka tê nîşandan mezin û tund e. Lê belê heke yekî pîr û jin emrê Xwedê kir berteka tê nîşandan ne mezin û tund e. Temenê mirî, zayenda mirî, meqamê mirî, hwd. reng û şideta bertek û şînê diguherîne.


Ji aliyê din ve mirin însanan nêzîkî hev dike. Di navbera wan de piştgiriyê çê dike. Çimkî di demên wisa de xwediyê mirî bêçare ye, têra xwe nake, divê yên din piştgiriya wî/ê bikin. Bi saya piştgiriyê ve hindik be jî xem û barê merivan kêm dibe, meriv dikarin xwe li ser piyan bigirin û jiyana xwe berdewam bikin.


Bikurtasî, mirin rastiya jiyanê ya herî dijwar û misoger e. Wek çerxa êgir e, cihê dikevê dişewitîne. Însan bixwaze û nexwaze vê rastiyê qebûl dike. Ji bo vî tiştî jî têgihiştin û kemilînek lazim e. Çimkî mirina xweşdiviyan mirovî birîndar dike, aciz dike, bêçare dike, dilê mêriv diêşîne û tijî xwîn û xem dike. Ev êş û elem dikare mirovî kemaldar bike, meriv li ser wateya jiyanê kûr û hûr bifikire, nêzî Xweda dibe; lê belê mirin dikare merivan bixe bêhêvîtî û taritiyê de, dikare bibe sebebê isyanê, dişê mirovan dûrî Xwedê bixe...


Dînê mirinê, zimanê mirinê, wextê mirinê tuneye. Divê meriv her demekê hazir be. Bi sebr û metanet vê rastiyê pêşwazî û qebûl bike. Mirin hevrêya jiyanê ya herî nêzîk, samîmî û rasteqîn e.

YORUM EKLE